Di êrîşa Îsraîlê ya ser Salmasê de 2 polîs mirin

PeyamaKurd – Li rojavayê Îran a fermî an ku li Rojhilatê Kurdistanê Îsraîlê bi İHAyan êrîş biribû ser Salmasê û her çendîn Îran dibêje ku ber li İHAyên Îsraîlê girtiye jî niha ragihandin ku 2 polîs di êrîşê de mirine. Her weha li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Kirmanşanê jî êrîşên ser baregehên leşkerî yên Îsraîlê dewam dikin.
Li gor rayedarên Îranê; li Hemedanê jî di êrîşên Îsraîlê de li bajarê Asadabadê serpereştê polîsan yê ji asayîşê berpirse binbaşi Habibollah Akbaryan û teymen Amirhusein Seifi can dane.
Ajansa Îranê ya fermî Tasnîmê ragihand ku Îsraîl li bajarê Kurdistanê li Kirmanşanê li bargeha eskerî ya bi navê Îmam Hesen xistiye, ji 2 carî zêdetir teqîn çêbûne û di peyde ser deverê dûman girtiye.
Ev nivîs 71 car hatiye xwendin.




