Rûsyayê cenazeyên hezar û 212 leşkeran radestî Ukraynayê kir

PeyamaKurd- Rûsyayê, cenazeyên hezar û 212 leşkerên ku di şer de hatibûn kuştin, radestî Ukraynayê kir.
Di daxuyaniya nivîskî ya Navenda Koordinasyonê ya Esîrên Şer yên Ukraynayê de hate ragihandin ku di çarçoveya peymana pevguhertinê de, cenazeyên hezar û 212 leşkerên Ukraynayî yên ku di şer de jiyana xwe ji dest dane, ji Rûsyayê hatine wergirtin. Hate gotin ku nasnameyên leşkerên mirî dê di zûtirîn demê de bên tespîtkirin.
Herwiha spasî li Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor ji bo alîkariyên wan hate kirin.
Ukraynayê wêneyên ku nîşan didin personelên Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor (ICRC) li kêleka kamyonên sarincokî yên ku cenaze tê de dihatin veguhestin derbas dibûn, hatin parvekirin.
Hêjayî gotinê ye, Rûsya û Ukraynayê di hevdîtina dawî ya hefteya borî de li ser pevguhertina cenazeyên kesên ku di şer de mirine li hev kiribûn. Lê belê di bicihanîna pevguhertinê de nakokî derketibû û hevdu tohmetbar kiribûn.
Ev nivîs 99 car hatiye xwendin.




