Li Nîjeryayê li eyaleta Benueyê di erîşa çekdarî de 102 kes mirin

PeyamaKurd – Li orta Nîjeryayê li eyaleta Benue di êrîşa çekdarî de 102 kes hatin kuştin. Şêwirmendê taybet yê karên asayîşa navxwe yê eyaleta Benue Joseph Har di daxwuyaniya nivîskî de got ku kesên çekdar, serê sibê li eyaletê li devera Yelewatayê êrîşê kirin.
Di êrîşê de 102 kes hatin kuştin û hukumet banga aramiyê li xelkê kir. Ji bilî ku 102 kes hatine kuştin gelek kes jî birîndarin.
Berdevkê polîsê Benue Udeme Edet ragihand ku hêzên asayîşê şandine ciyê bûyerê û rewşê xistine bin destê xwe.
Li gor xeberên Nîjeryayê hat gotin ku qebîla bi navê Fûlanî ku bi karê heywanan mijûl dibe, şivanên wan vê êrîşê kirine.
Ev nivîs 81 car hatiye xwendin.




