Rûsya û Ûkrayna nexweş û eskerên birîndar bi hev guhertin

PeyamaKurd – Rûsya û Ûkrayna esîrên nexweş û birîndar bi hev guhertin. Wezareta bergiriyê ya Rûsyayê di daxwuyaniya xwe de got li ser peymana Îstenbolê ku çawa Rûsya û Ûkrayna li hev kiribûn, ji ser axa Kievê grûbekî leşkerên Rûsyayê paşde birine. Rûsya weha got:
“Leşkerên Rûsyayê yên serbest berdane li Belarûsinê. Desteka tibbî û derûnî didin leşkeran. Wê leşkerên me bo di navendên tenduristiyê yên wezaretê de tedawî bibin dê wan bibin Rûsyayê.”
Wezareta Rûsyayê li ser jimara leşkerên ku bi hev guhertine ti agahî neda.
Li gor peymana Îstenbolê wê leşkerên di bin 25 salî de, nexweşên giran û leşkerên birîndar serbest berdin.
Ev nivîs 79 car hatiye xwendin.




