Starmer bi Zelensky re civiya: Divê çekên dûravên bo Ukraynayê bên dayîn
PeyamaKurd- Serokwezîrê Brîtanyayê di hevdîtina xwe ya bi serokê Ukraynayê ya Londonê de daxwaza pêşxistina hêza leşkerî ya Ukraynayê kir, bi taybet jî di warê çekên dûravêj de.
Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer îro 24ê Cotmehê, beriya civîna "Koalîsyona dilxwazan" a ji bo dewletên dixwazin garantiyên ewlehîyê pêşkêşî Kîevê bikin, bi Volodimir Zelensky re civiya û daxwaza zêdekirina teslîmkirina çekên dûravêj ji bo Ukraynayê kir.
Starmer got, "Ez texmîn dikim, em dikarin şiyanan zêde bikin, bi taybet di aliyê şiyanên dûravêj de. Bi rastî jî xebatek giştî ji aliyê Koalîsyona Dilxwazan ve derbarê garantiyên ewlehiyê yên guncaw de hene."
Ev nivîs 29 car hatiye xwendin.