PeyamaKurd – Piştî operasyona taybet a hêzên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ku tê de Serokê Venezûelayê Nicolas Maduro ji welatê wî hat revandin, Konseya Federal a Swîsreyê biryareke radîkal da. Swîsreyê bi daxuyaniyeke fermî ragihand ku wan dest daniye ser hemû mal û milkên Maduro û hevkarên wî yên li wî welatî. Ev biryara ku wekî cemidandina fonan hat pênasekirin, ji bo çar salan dê di meriyetê de bimîne û armanc dike ku rê li ber derketina pereyên neqanûnî bigire.
Rayedarên Swîsreyî destnîşan ki ku ev gav zêdebarî siza yên ji sala 2018an vir ve li ser Venezûelayê hene hatine avêtin. Swîsre îdia dike ku ev mal û milk "bi awayekî neqanûnî" hatine bidestxistin û plana wan heye ku di paşerojê de van fonan ji bo başkirina jiyana gelê Venezûelayê bi kar bînin. Hat diyarkirin ku ev biryar bandorê li endamên din ên hikûmeta niha nake û tenê Maduro û derdora wî ya nêzîk dike hedef.
Di heman demê de, Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî bombebarana li ser Venezûelayê û girtina Maduro, daxuyaniyên tije polemîk dan. Trump ragihand ku heta "veguheztineke siyasî ya ewle, rast û maqûl" pêk neyê, Washington dê bi awayekî rasterast birêvebirina Venezûelayê bigire ser milê xwe. Trump anî ziman ku ew naxwazin careke din heman aloziyên salên borî li wî welatî dubare bibin û got, "Em ê welat bi rê ve bibin heta ku aramî pêk were."