Tehliyeya dîplomatîk a DYAyê ji Bexdayê: Daxuyaniya Iraqê

Tehliyeya dîplomatîk a DYAyê ji Bexdayê: Daxuyaniya Iraqê

PeyamaKurd – Iraqê ragihand ku heta niha ti rewşek ewlekarî nehatiye diyarkirin ku pêwîstî bi biryara valakirina hebûna dîplomatîk a DYAyê hebe.

Çavkaniyekî hikûmetê ku ji ajansa fermî ya Iraqê INA re axivî û xwest navê wî neyê eşkerekirin, diyar kir ku pêngavên valakirin û ewlekarî yên vê dawiyê yên derbarê hebûna dîplomatîk a Amerîkayê ne taybet in ji bo Iraqê, belkî beşeke ji rêkeftineke berfirehtir e ku hejmareke welatên Rojhilata Navîn li xwe digire.

Herwiha tekez kir ku heta niha ti rewşek ewlekarî ji aliyê rayedarên Iraqê ve nehatiye tomarkirin ku pêwîstî bi biryara Amerîkayê hebe.

Çavkaniya han eşkere kir ku di warê ewlekarî de li Îraqê wêneyekî erênî heye, tevahiya nûneratiyên Erebî û yên biyanî yên ku li Iraqê kar dikin di astek bilind de ewlekarî, pêwendiyên azad û mercên xebatê yên bi bandor hene.

Cîgira Berdevka Çapemeniyê ya Qesra Spî Anna Kelly valakirina Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê piştrast kir.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) jî ragihand ku Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Pete Hegseth çûna bi dilxwazî ​​ya malbatên leşkerên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn erê kiriye.

Lê Iraqê diyar kir ku heta niha ti rewşeke ewlekarî nehatiye diyarkirin ku pêwîstî bi biryara valakirina hebûna dîplomatîk a Amerîkayê hebe.

Ev nivîs 79 car hatiye xwendin.