Tirkiyê biryara desteserkirina mal û milkên Ehmed Sera betal kir

Tirkiyê biryara desteserkirina mal û milkên Ehmed Sera betal kir

PeyamaKurd – Tirkiyeyê, di pêngaveke de ku siyaseta wê ya li hember Sûriyê ji nû ve şekil dide de, biryara cemidandina mal û milkên Serokkomarê Sûriyê Ehmed Şera û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyê Enes Xetab a sala 2013an rakir. Ev biryara desteserkirinê di wê demê de li ser bingeha biryarnameyên Neteweyên Yekbûyî û bi hinceta têkiliya wan bi rêxistinên DAIŞ û El Qaîdeyê re hatibû danîn.

Biryara nû bi îmzeya Serokkomarê Tirkiyeyê di Rojnameya Fermî de hat weşandin û bi awayekî fermî ket meriyetê. Bi vê yekê re, bendên ku navê Şera û Xetab tê de derbas dibûn, ji lîsteya pêveka biryara Encumena Wezîran a 30ê Îlona 2013an hatin derxistin.

Biryara cemidandina mal û milkên van kesan di eslê xwe de li ser bingeha biryarnameyên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya sala 2013an hatibû girtin. Di wê demê de, Ehmed Şera, ku bi navê xwe yê berê "Ebû Mihemed El-Cewlanî" dihat naskirin û serokatiya Heyet Tehrîr el-Şam (HTS) dikir, ji aliyê NYyê ve weke kesekî girêdayî El Qaîdeyê hatibû destnîşankirin. Tirkiyeyê jî weke endameke NYyê, ev biryar di qanûnên xwe yên navxweyî de cîbicî kiribû.

Ev nivîs 41 car hatiye xwendin.