Trump: Baweriya min a ji peymana li gel Îranê kêm bûye

Trump: Baweriya min a ji peymana li gel Îranê kêm bûye

PeyamaKurd – Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Donald Trump di hevpeyvînekê de ku îro Çarşemê hate weşandin, ragihand ku baweriya xwe bi wê yekê winda kiriye ku Îran dê di çarçoveya peymana nukleerî ya bi Amerîkayê re dê dev ji dewlemendkirina ûranyûmê berde.

Trump, di podkasta Pod Force Oneê de, dema jê hat pirsîn ka gelo dikare Îranê razî bike ku bernameya xwe ya nukleerî rawestîne, got:

“Berê ez weha difikirîm, lê niha baweriya min ji vê kêm bûye.”

Li gorî nûçeya Ajansa Axiosê ya Amerîkî duh 10ê Hezîranê, Trump di axaftineke telefonî ya Duşemê de ji Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû re diyar kiriye ku ew li dijî êrîşeke leşkerî ya li hember Îranê ye, ji ber ku bawer dike peymanek nukleerî bi Tehranê re gengaz e. Lê belê, Fox Newsê ragihand ku Trump gotiye Îran di danûstandinên nukleerî de “êrîşkartir” bûye.

Trump her weha ragihand ku gera din a danûstandinên di navbera Amerîkayê û Îranê de dê sibe Pêncşemê (12ê Hezîranê) pêk were. Lê rayedarekî payebilind ê Îranî û yekî Amerîkî ragihandin ku hevdîtineke weha wê rojê ne mimkin e.

Her weha, Axiosê roja Pêncşema borî (5ê Hezîranê) ji ser zimanê rayedarên Îsraîlî yên agahdar ragihandibû ku Îsraîlê ji Amerîkayê re piştrast kiriye ew ê êrîşî tesîsên nukleerî yên Îranê neke, heta ku Trump nebeje danûstandinên bi Îranê re bi ser neketine.

Ev nivîs 99 car hatiye xwendin.