Trump di hilbijartinê de soz dabû bacê daxîne û biryara wî di Meclisa Nûneran de qebûl bû

PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump di wexta hilbijartina serokatiya DYAyê de soz dabû xelkê ku wê bacê daxîne. Niha soza ku dabû xelkê ji aliyê Meclisa Nûneran de qebûl bû û Meclis qebûl kir ku bacê daxîne. Daxwazname berê di Senatoya DYA de hatibû qebûl kirin.
Qanûna ku herî berfireh ya bacê dadixîne, di Meclisa nûneran de 218 kes qebûl kir û 214 kes red kirin. Piştî bibe qanûn, wê here ber îmza Trump.
Di nav baca ku daxînin de, bacên eyaletan û cîh hene, ji dahata bexşîş û mesaiya zêde bacên tên sitendin wê êdî nestînin û bacên ku di sala 2017an de hatibûn daxistin hat bicîhanîn, wê wextê wan dirêj bikin.
Ev nivîs 101 car hatiye xwendin.




