Li Erbîlê İHA ya ku bombe barkirîbû hat xistin

PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê li nêzî balafirgeha navdewletî ya Erbîlê, İHA ya ku bombe barkirîbû hat xistin. Beşa Antiterorê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di bûyerê de birîndarî an xesar çênebûye.
Beşa Antiterorê ragihand ku bûyer seet di 21.58an de qewimiye û İHA ya bombe barkirî hatiye xistin.
Nehat gotin bê İHA ya kiye û ji aliyê kî de hatiye avêtin û armanca wê çi bû ye.
Ev nivîs 111 car hatiye xwendin.




