DYA givaşên nû danî ser Îranê

PeyamaKurd – DYA givaşên nû danî ser Îranê. Wezareta kar û barên derve ya Amerîkayê li Îranê 6 dezge û 4 keştiyên ku karê petrolê û berhemên petrolê dikirin û difroşina ceza danî ser wan. Ji givaşan armanc ew e ku ber li temamê heyiyên wan dezge û keştiyan bigre.
Wezareta kar û barên derve ya Amerîkayê li ser givaşan daxwuyanî da û got:
“DYA 6 dezge û 4 keştiyên ku ji Îranê berhemên petrolê û berhemên petrokîmyayê dikirin, bidestdixin, firotina wan dikin, gihandina wan dikin an bi zanîn bazara wan dikin, bi givaşan ceza kiriye.”
Di daxwuyaniyê de weha dewam dike:
“Di encama tevgerên îro de, li gor biryarnama serokatiyê ya jimare 13846 yên tabiê biryarnamêne an ku kesên givaşan daniye ser wan, li Amerîkayê heyiyên wan an heyiyên di bin kontrola wan de, me ber li temamê wan girtiye…”
Ev nivîs 91 car hatiye xwendin.




