Xewace Asif: Têkiliya Afganistanê bi Talîbana Pakistanê re heye
PeyamaKurd- Wezîrê Parastinê yê Pakistanê Xewace Asif ragihand ku li ba Pakistanê belgeyên ku têkiliyên Talîbana Pakistanê bi Talîbana Afganistanê re eşkere dikin hene û got, "Talîbana Pakistanê Afganistan ji xwe re kiriye wargeh."
Asif diyar kir ku egera rûdana şerekî mezin bi Afganistanê re pir lewaz e û şandeyeke Pakistanê jî di danûstandinan de daxwaza parastina agirbestê kiribû.
Asif anî ziman ku Talîbanê dan û standin têk birin, lê ger ew bi Hindistanê re hevkariyê bike, ku di êrişa leşkerî ya vê dawiyê de bi Pakistanê re 7 balafirên wê yên şer hatin rûxandin, wê demê Pakistan dê bersivê bide û got, "Çekên atomî yên Pakistanê ji bo berevaniyê ne, niyet tune ye ku Pakistan bi şiyanên xwe yên atomî hegemoniyê bike."
Hêjayî gotinê ye, berî demekê wezîrê ragihandinê yê Pakistanê Etallah Terar gotibû armanc ji danûstandinan pêkanîna agirbesteke mayînde ye, lê danûstandinên li Stenbolê bê encam man.
Ev nivîs 33 car hatiye xwendin.