YE destekê dide endamtiya Arnavutlukê

YE destekê dide endamtiya Arnavutlukê

PeyamaKurd – Serokê Konseya Yekîtiya Ewrûpayê Antonio Costa destekê da endamtiya Arnavutlukê ya bo endamtiya Yekîtiya Ewrûpayê û got ku firehbûn veberhênanekî jeopolîtîke.

Antonio Costa çû seredana welatên Balkanan Sırbistan, Bosna Hersek, Karadağ, Kosova û Makedonya Bakûr. Di peyde çû payîtexta Arnavutlukê Tîranê.

Costa, li Tîranê bi serokwezîrê Arnavutlukê Edi Rama re civiya û paşî civîna çapemeniyê li dar xist. Costa got:

“Firehbûna li welatên Balkanan, veberhênana herî mezin ya YEyê ya jeopolîtîke. Arnavutluk di rêya endamtiya YE de rast dimeşe û ev mînaka berbiçav ya pêvajoya firehbûna YE ye.”

Serokwezîrê Arnavutlukê Rama jî behsa pêvajoya endamtiya welatê xwe ya bo YE yê kir û got wê di dema pêşiya me de hinek xalên din yên sereke bo endamtiya YEyê vebin û ragihand:

“Li gor plana bi komisyona YEyê re hatiye amadekirin ku desteka welatên endam jî jê re çêbûye, hedef ew e ku heya sala 2027an muzakere temam bibin.”

Costa, bi serokkomarê Arnavutlukê bi Bajram Begaj re jî hevdîtin kir û wê bi welatên YEyê re û welatên di derveyê YEyê de yên ku Civaka Siyasî ya Ewrûpayê (AST)ê ava kirine, wê tevî civîna wan ya 6em bibe.

Ev nivîs 146 car hatiye xwendin.