YEyê ji bo muhtacê Çînê nebe li ser planekî dixebite
PeyamaKurd – Yekîtiya Ewrûpayê ji bo di pêdiviyên xwe de muhtacê dewleta Çînê nebe an jî kêm muhtaç bibe li ser planekî dixebite.
Seroka komisyona YEyê Von der Leyen li Berlinê di civîna diyaloga kureyî ya 2025an de axifî û got ku ew li ser planekî dixebitin da YEyê pêdiviya wê di elementên nadir û xam maddeyên din de zêde hewcedarê Çînê nebin û ew ji bo hedefên sektorên stratejik biparêzin ber bi alternatîvên din ve diçin. Leyen got:
“Me di van demên dawiyê de li ser elementên axê yên nadîde û alavên bateryayan kontrola îxracatê zêde kiriye. Ev kontrol û encama wê perçeyekî ji dijberiya navbera Çînê û YEyê ye lê bandorekî zêde li Ewrûpayê kiriye.”
Leyen got ku elemntên nadir yên axê ji bo otomobîlan, alavên nîv-gihanêran an ji bo ekîpmanên leşkerî û gelek sektorên endustriyê girîngin û weha dewam kir:
“Biryarên hukumeta Çînê yên ku di 9ê Cotmehê de beyan kir, talûkeyekî mezine. Van biryaran wê bibe asteng li pêşiya pêşdebirina sanayiya elementên nadîde. Ev rewş îstîqrara zincîreya amadekirina kureyî tehdîd dike û li ser şîrketên Ewrûpayê raste rast bandorê dike.”
Ewrûpa di serfkirina miqnatisa axê de %90ê wê ji Çînê dikire û givaşên Çînê, sektora otomotîvê, motor, bergirî, hewagerî, çîpên bîra çêkirî û navendên doneyan yên Ewrûpayê dixe talûkê. Leyen got:
“Di demekî nêz de em ê bi hemkarên xwe yên Çînê re li ser mijara çareseriyê bixebitin lê ger pêwist be em amade ne temamê alavên di destê xwe de bikarbînin. Em ê bi hevkarên xwe yên G7an re ji bo mudaxeleyê li serê bixebitin.
Plana em li serê dixebitin navê planê ‘RESourceEU’ e. Armanca planê di wexta kurt de û di ya dirêj de ku em karibin xwegihandina maddeyên xam yên alternatîv bixin bin ewlehiyê.”
Ev nivîs 25 car hatiye xwendin.