Êrîşê rojnavenanên ku xwestin dîmenên qezayê bikşînin kirin

Êrîşê rojnavenanên ku xwestin dîmenên qezayê bikşînin kirin

PeyamaKurd – Li bajarê Aydınê li navça Efelerê, li ser rêya taxa Kalfaköyê, piştî qeza çûn û hatê qewimî, rojnamevanên xwestin qezayê bixin ser dîmenan, mirovên ajotvanê ku qeza kiriye, êrîşê wan rojnamevanan kirin.

Rojnamevanên bi navên Abdurrahman Fırat, Uğur Eser, Aziz Özden û Yusuf Konrat çûn ciyê qezayê. Rojnamevan xwestin otomobîla ku wergeriyaye bixin ser nûçeyan.

Dema xwestin wêne bikşînin, mirovên ajotvan nehiştin û di navbera wan de munaqeşe derket û yek ji wan telefona Abdurrahman Fırat ji destê wî derxist. Fırat xwest telefona xwe ji wan bistîne lê kesên li wê derê bûn êrîşê rojnamevanan kirin.

Êrîşker rojnamevanan tehdîd kirin û jimara polîsan têr nedikir ku mudaxeleyê êrîşkeran bike. Lê di encamê de qelebalixa wê derê bela bû.

Rojnamevan Fırat, bi birîndarî ji ciyê bûyerê bi ambûlansê birin nexweşxanê û her dû teref giliyên hev kirin û dawedarên hev in.

Ev nivîs 28 car hatiye xwendin.