Zarokê 4 salî di ava kanalê de fetisî
PeyamaKurd – Li bajarê Adana li navça Ceyhanê li taxa Mercimekê zarokekî 4 salî ket ava kanalê û ji ber wê jî fetisî.
Süleyman Çınar Bozkurt ê 4 salî wexta bi hevalên xwe dileyîst, ket ava kanalê û piştî birin nexweşxanê li nexweşxanê can da. Bavê kurikê Zeki Bozkurt ji bo kurê xwe rizgar bike ket avê lê tevî hewlên wî, nikaribû kurê xwe rizgar bike.
Dema zarok ket avê, zarokên hevalên wî xeberê dan bavê wî, bav ket ava kanalê û kurê xwe ji avê derxist. Tîmên tenduristiyê zarokî birin nexweşxana dewletê ya Ceyhanê û ji wê derê birin nexweşxana perwerdê û lêdkolînê ya Adanayê.
Zarok li nexweşxanê can da û cenazê wî birin li goristana Mercimekê defin kirin.
Ev nivîs 28 car hatiye xwendin.