Li Muğlayê 74 koçberan girtin û 46 koçberan rizgar kirin

Li Muğlayê 74 koçberan girtin û 46 koçberan rizgar kirin

PeyamaKurd – Li bajarê Egeyê li Muğlayê li navça Milasê tîmên ewlehiya peravan 74 koçberan girtin lê li aliyê dinê li navça Marmarîsê 46 koçberan rizgar kirin. 46 koçberên ku wan rizgar kirin diçûn nav sînorê Yûnan lê dema asayîşa Yûnanê ew dîtin, wan paşde şandin nav ava Tirkiyê.

Li ser mijarê 2 gumanbarên ku karê qaçax yê derbaskirina koçberan dikin, hatin destserkirin. Di nav 74 koçberan de 33 ji wan zarok in.

Piştî îfadên koçberan girtin wan birin rêvebiriya daîra koçê da wan dagerînin ew welatên jê hatine.

Ev nivîs 26 car hatiye xwendin.