PeyamaKurd- Fûara bajarê Wanê ya bi navê Fûar a Tûrîzm û Seyahetê ya Anedola Rojhilat ya Navdewletî, ev 3 roje ku li navenda Expo Fûar û Kongreya Rojhilata Navîn dewam dike. Ji bilî xelkê Wan ê û deverê ji welatên Azerbaycan, Gurcistan û Iraqê 136 fîrma li dora 400 cûre berhemên xwe didin naskirin.
Li gor ragihandina rêvebirên fûarê tevlîbûna xelkê bo fûarê ji salên borî zêdetir e. Parêzgerê bajarê Antalyayê bi 70 karsazan ve tevlî fûarê bû. Sala borî 44 hezar kes tevlî fûarê bûne û dibe îsal li dora 55 hezar kes tevlî fûarê bibin. Fûar sibê dewam dike û bi şev diqede.
Li gor ragihandina parêzgerê bajarê Wanê; fûar bo aboriya bajêr gelek girîng e û niha li otêlan cîh nemaye. Parêzger weha dewam kir:
“Ji gelek welatan karsazên tûrîzmê û akademisyen tevlî kongreyê bûn. Di kongreyêde niqaşên bo dahatûya herêmê û rojavayê Asya hatin niqaşkirin. 15 dewlet tevlî fûarê bûn. Ji bilî heyetên ku me anî kongreyê, bi derfetên xwe 4 hezar karsazên tûrîzmê, operatorên tûran, acente, xwediyên otêlan hatin Wan ê. Her mirovê ku tê vê derê balyozê tûrîzmê ye.”
Parêzger got ku her roj 5 hezar kes hat bajarê Wanê û bo aboriya Wanê her yek ji wan li dora 1 hezar dolar pere xerc dike. Em dizanin ku tenê mêvanên me yên ji derve de hatin, li dora 5 mîlyon pere xerc kirin.