PeyamaKurd – Şeva borî li Batmanê hunermend Dodan dema li cafeteryayê bi zindî strana evînî Ey Dîlberê distiriya ji aliyê polîsekî ve mikrofona wî ji destê wê hatibû standin û hatibû astengkirin.
Di kurtevidyoya ku li ser medya civakî hatiye belavkirin de, Dodan bertekê nîşan polîs dide û dibêje, mafê wan nîne wisa bikin.
Sosyal medyada “Batman ‘da polisin Kürtçe şarkı söyleyen sanatçıyı engellediği” yönünde çıkan haberler tamamen asılsızdır. Yapılan işlem alkol satışı ve canlı müzik ruhsatı olmadan çalışan işyerine uygulanan faaliyetten men işleminden ibarettir.
— Batman Valiliği (@batmanvaliligi) September 28, 2019
Piştî belavbûna bûyerê gelek bertek hatin nîşandan û hat gotin ku bi hinceta bi Kurdî stran gotiye mîkrofona Dodan ji destê wê hatiye standin.
Parêzgariya Batmanê jî li ser belavbûna nûçeyê li ser medya civakî daxuyaniyek belav kir û îdiayên ku ji ber strana kurdî mîkrofon ji destê Dodan hatiye standin red kir.
Di daxuyaniya parêzgariyê de hat gotin, “Tişta ku li wî mekanî hatiye kirin, ji ber nebûna rûhseta alkol û muzîka zindî rawestandina kar e.”
Polis, Kürtçe şarkı söyleyen sanatçının elindeki mikrofonu aldı!
— Yol TV (@YolTV) September 28, 2019
Batman’da polis, O Ses Türkiye yarışması şampiyonu Dodan’ın dün akşam bir kafede Kürtçe şarkı söylediği sırada Kürtçe şarkı söylemenin yasak olduğunu söyledi. Dodan o sözlere böyle tepki gösterdi ? pic.twitter.com/cmxC8oopDr
Hunermend Dodan piranî bi tirkî distire û ji ber ku di pêşbirkeke muzîkê ya Tirkiyê de yekemînî bi dest xistibû hatibû naskirin.
Herwiha Dodan wê strana ji gotinên Feqîyê Teyran ‘Ey Dilberê’ ku bi vê nûçeyê re ketiye rojevê jî ne bi şêwaza klasîk, bi formeke nûjen li gorî deng û awaza xwe distire.