PeyamaKurd - 7emîn Fûara Pirtûkan a Amedê sibe 28ê îlonê dest pê dike û wê heya 6ê Cotmehê li Navenda Kongre û Fuarê ya Amedê vekirî be. Weşanxane bi sedan berhem û çapên nû li pêşberî xwendevanan e. Li fuara îsal Abdulla Peşêw, Arjen Arî, Berken Bereh û Kawa Nemir bi berhem û çapên xwe yên nû li pêşberî xwîneran e.
Cîlda duyem a Hemû Berhemên helbestkarê gewre Abdulla Peşêw ji weşanxaneya Peyendê bi Soranî-Kurmancî derket.
Hemû dîwanên helbestkar Arjen Arî ji aliyê Weşanên Sor ve wekî setekê hatin çapkirin. Set ji van pirtûkan pêk tê: Şêrgele, Ramûsan Min Veşartin Li Geliyekî, Ev Çiya Rûspî Ne, Çîl Çarîn, Eroûtîka, Payîza Peyvê, Destana Kawa û Azhî Dehaq, 72 Nefî û Şi'ir û Sînor
Kitêba nû ya Berken Bereh ‘Çemê Baranê’ ji Avestayê derket. Hemû berhemên Berken Bereh, ji nû ve bo çapê têne amadekirin û dê ji aliyê Avestayê ve bêne çapkirin.
Berhemeke nû ji Kawa Nemir: ‘Soneyên Sewdaser’. Berhema nû ya Kawa Nemir ‘Soneyên Sewdaser’ ji Avestayê derket.
Berhema Miradê Miradan a bi navê ‘Radîşo’ ku bi vê berhemê Xelata Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî wergirtiye ji aliyê Weşanên Sor ve hat çapkirin.