Nizamnameya Cemîyeta Jinên Kurd pistî 100 salan bi Kurdî û Tirkî hat çapkirin

Dîroka Weşanê :
Nizamnameya Cemîyeta Jinên Kurd pistî 100 salan bi Kurdî û Tirkî hat çapkirin

PeyamaKurd - Yekem Nizamnameya Avakirina Cemîyeta Jinên Kurd, piştî sed sal bi ser de derbas bûn, ji nû ve derket ronahiyê û wekî pirtûk hat çapkirin.

Pirtûka ku ji weşanxenaya Nûbiharê ji aliyê Ekrem Malbat ve hatiya amadekirin, bi kurdî û tirkî hatiye çapkirin. 

Metnê orjînal ê Nîzamnemeya Cemîyeta Bilindkirina Jinên Kurd, ku di sala 1919an de hatibû amadekirin, bi wergera Kurmancî û Kirmanckî kirin pirtûk û çap kirin. Pirtûk ji aliyê Ekrem Malbat ve hat amadekirin. Pitûka Nîzamnameya Cemîyeta Tealî ya Jinên Kurd ji weşanên Nubiharê hat çapkirin. Cemîyeta Tealî ya Jinên Kurd di sala 1919'an de bi teşwîkên Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê ji aliyê jinên Kurd ên li Baytextê Osmanî Stenbolê dijîn ve hat amadekirin. 

Jinên kurd, yekem car di sala 1913’an de ketine qada siyaseta kurdî. Gotara jinan, ji mafên wan zêdetir wek “di afirandina netewa kurd de rola jinan” ketiye nîqaşê. Sedema vî tiştî jî bi kurt û kurmancî, pêdiviyeke bi lezûbez jê re hebû. Kurd li benda bidestxistina mafên xwe de derengmayî bûn. Rola jinan di avakirina neteweyî de tev ji hêla mêran ve hatiye bilêvkirin. Dema bi nerînek giştî li van gotaran tê nerîn, tê dîtin ku jin; wek mamosteyên ewil û herî girîng ên nifşên nû ên neteweperwer tên pênasekirin. Ji bo veqetandina cudahiyên netewa kurd ji netewên din jî, taybetmendiyên jinên kurd, xasma jiyana jinên gundî ku digotin “jinên kurd ên gundî, hem ji jinên bajarî hem jî ji jinên netewên din azadtir in” dihatin gotin. Wekî encama van gotaran ku di kovargeriya kurdî de dihatin nivîsîn, Komeleya Bilinkirina Jinên Kurd derçû. Piştî avakirina wê, neteweperwerên kurd ên wekî Ezîz Yamûlkî, Memdûh Selîm Beg, Evdirehîm Rehmî Hekariyan, di kovara Jînê de kêfxweşiyên xwe anîne zimên.

Komeleya Bilindkirina Jinên Kurd hat damezirandin

Di 2yê Hezîrana 1919an de Memdûh Selîm Beg, mizgîniya damezirandina vê komeleyê dabû û komele wek şaxeke Komeleya Bilindkirina Kurd hatiye damezirandin.

Ji gorî nîzamnameya komeleyê armancên komelê ev in: 

  • Bi awayekî modern, pêşveçûn û bilindkirina jinên kurd 
  • Birêkûpêkkirina jiyana malbatî a kurdan 
  • Peydakirina karî an jî alîkariya bi pereyî bo jinebî û sêwiyên ku ji ber koçberîyê perîşan bûne 
  • Peşandina rojname, pirtûk û belavokan û dayîna konferans û dersan bo endamên komeleyê û li cihên cihê ên Osmanî vekirina pirtûkxane, şaxên komeleyê, eywanên nîqaşê. 

Bi vê hewldanê tê xwestin birînên gelê kurd bên dermankirin û li aliyekî din jî dixwazin hizra neteweperweriyê di nav koçber, karker û xasma jinên kurd de bi rêya rojname, konferans, belavok û hwd. belav bikin ku di xala 4emîn a nîzamnameyê ev yek zelalî tê ravekirin.

Kesên bixwazin pirtûkê bi dest bixin, dikarin serdana Pêşengeha Pirtûkan a Diyarbekirê bikin ku niha li dar e.