Perestgeha 'Qûba Mêrê Dîwanê' ya Êzidiyan a herî mezin vebû

Dîroka Weşanê :
Perestgeha 'Qûba Mêrê Dîwanê' ya Êzidiyan a herî mezin vebû

PeyamaKurd - Li Ermenîstanê, perestgeha “Qûba Mêrê Dîwanê” ya Êzîdiyan a herî mezîn a cîhanê ya doh 29ê Îlonê ji îbadetê re hat vekirin. Di perestgehê de 7 qubeyên li dora banê bikember hene ku weke sembola rojê tê binavkirin û di baweriya Êzidiyan de jî 7 serferişteyan teswîr dike.   

Sala 2015an avakirina Perestgeha Êzidiyan a li gundê Aknalîch a 35 km dûrî paytexta Yerevan a Ermenîstanê dest pê kiribû û doh jî bi merasîmekê ji îbadetê re hat vekirin.

Perestgeh ji aliyê karsazê Êzidî Mîrza Sloyan ve hatiye finanse kirin û nêzî 25 metran bilind û navê “Quba Mêrê Dîwanê” lê hatiye kirin. Ev perestgeh, perestgeha herî mezin a Êzidiyan li cîhanê ye. 

Li derdora perestgehê 7 qubeyên bilind û nizim hatine avakirin. Qubeya herî bilind a weke serferişte tê binavkirin, tê wateya Melekê Tawîs. Di  ketina perestgehê de, rojek herî mezin a weke sembola herî pîroz a Ezidiyan tê zanîn, hatiye bicihkirin. Di serê hemû qubeyan de sembola rojê heye. Di nava perestgehê de jî odeyên pirtûkxane, konferans, istasyona TV û semînerên teolojik hene. Di heman demê de navendeke çandê jî heye. 

Rêberên ruhanî, siyasetmedar û nûnerên Ezidiyan ên diyasporê beşdarî vekirina perestgehê bûn. Li gorî îstatîstîkên fermî, heya sala 2011’an jî li Ermenîstanê nêzî 40.000 Êzidî dijiyan.