PeyamaKurd – Lîstika komputerê ya navdar Call of Duty de versiyona xwe ya nû de, cî da şerê YPG/YPJê yê dijî terorîstên DAIŞê.
Di fragmana (Call of Duty: Modern Warfare) versiyona dawî de, şerê dijî DAIŞê yê YPG/YPJê jî cî digire ku dê 29ê Cotmeha 2019an derkeve pêşberî lîstikhezên xwe.
Li gorî di fragmana Call of Duty: Warfare de jî xuya dike, serlehengên lîstikê jinên Kurd ên şervanên YPJê ne. Lîstik têkoşîna gerîlaya jin Farrah derdixe pêş lîstikhezan û nivîskar û çêkerê lîstikê Taylor Kurosakî dibêje, dema wî senaryo amade kiriye bandora YPG û YPJê gelekî li ser wî çêbûye.
Herêmên ku di nav fragmana lîstikê de hatine belavkirin jî piranî herêmên Rojavayê Kurdistanê yên di bin kontrola hêzên Kurd de ne û mekan gelek dişibin cihên şerê dijî DAIŞê hatiye meşandin.
Kurasakî herwiha di hevpeyvîna kovara Timesê de, bal kişandiye ser keda şervanên Kurd di şerê rêxistina hov û dirinde DAIŞê û gotiye, “Tunehesibandina wan şervanan, dê li hember lehengên bênav ên vî şerî bê edaletî bûya.”