Êrîsî ser Kor Morê kirin! Serokwezîr: Em pergaleke parastina hewayî dixwazin

Dîroka Weşanê :
Êrîsî ser Kor Morê kirin! Serokwezîr: Em pergaleke parastina hewayî dixwazin

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî êrîşa li ser qada gazê ya Kor Mor bi tundî şermezar kir û wekî "tirsonekiyê" bi nav kir.

Barzanî ji hikûmeta Iraqê xwest ku sûcdaran bigire û ji hevkarên navneteweyî xwest ku piştgiriya parastina hewayî ji bo parastina binesaziya sivîl peyda bikin.

Di daxuyaniya xwe de, Serokwezîr Barzani got, "Ez êrîşa tirsonekî ya li ser qada gazê ya Kor Morê bi tundî şermezar dikim û ji hikûmeta federal dixwazim ku sûcdaran bibîne û wan bîne ber dadgehê."

Herwiha wî diyar kir, "Divê destûr neyê dayîn ku terorîst an kesên li pişt êrîşên îşev van sûcan dubare bikin an jî wekî berê bi kefalet werin berdan."

Di axaftina xwe de ji koalîsyona navneteweyî re, Mesrûr Barzanî daxwazên jêrîn kir:

"Ez ji hevkarên me yên Amerîkî û navneteweyî dixwazim ku alavên parastinê yên pêwîst ji bo parastina binesaziya me ya sivîl peyda bikin û di girtina tedbîrên cidî de ji bo pêşîgirtina li van êrîşên li dijî gelê me û destkeftiyên me piştgirî bidin me."