PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî îro (29ê Kanûna Pêşîn, 2025) peyameke giring derbarê posta Serokomariya Iraqê de belav kir. Barzanî destnîşan kir ku ev post milkê tu partiyekê nîn e û divê ji niha û pê ve mekanîzmaya hilbijartina namzetê Kurd were guhertin.
Serok Barzanî sê rêyên sereke ji bo diyarkirina Serokomarê nû pêşniyar kirin:
1. Namzet ji aliyêParlamentoya Kurdistanê ve were destnîşankirin.
2. An jî hemû partiyên Kurdistanî li ser namzetekî li hev bikin.
3. Yan jî fraksiyonên Kurd li Parlamentoya Iraqê bi yekdengî namzetekî diyar bikin.
Barzanî her wiha tekez kir ku namzet ne mecbûr e ji PDK an YNKyê be; kesekî bêalî an ji partiyeke din jî dikare bibe namzet, bi şertekî ku gelê Kurd temsîl bike û lihevkirineke Kurdî li ser hebe.