Îsraîl civaka Yahûdiyan ya Hindistane heya sala 2030an dibe Îsraîlê

Dîroka Weşanê :
Îsraîl civaka Yahûdiyan ya Hindistane heya sala 2030an dibe Îsraîlê

PeyamaKurd – Rêvebiriya Îsraîlê biryarê da ku lezê bide birina Yahûdiyên Bney Menşa yên li Hindistanê bo Îsraîlê. Îsraîl plan dike ku 5.800 cihûyên Hindistanê heya dawiya 2030an bibe welatê xwe.

Çapemeniya Îsraîlê ji ofîsa serokwezîrtiyê ragihandiye ku Yahûdiyên li Bney Menaşe yen li Hindistane, wê di nav 5 salan de bibe welatê xwe.

Yahûdiyên li Hindistanê li eyaletên Manipur û Mizoramê ne û li wê derê gengeşeyên etnîkî hene û bo birina wan ya bo Îsraîlê dê bilezînin.

Di civîna encumena wezîran de biryarê dane ku di sala 2026an de 1200 kesan û heya sala 2030yan jî 5800 kesan bibin Îsraîlê.