Komîteyeke bilind ji bo lêkolînkirina êrîsa Kormorê tê avakirin

Dîroka Weşanê :
Komîteyeke bilind ji bo lêkolînkirina êrîsa Kormorê tê avakirin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, piştî êrîşa şeva borî ya ser zeviya gazê ya Kormor a li Herêma Kurdistanê civîneke lezgîn li dar xist.

Sûdanî di civînê de, biryar da ku ji bo lêkolîna êrîşa li ser Qada Gazê ya Kormorê komîteyeke bilind bi beşdariya Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê û bi piştgiriya Hevpeymaniya Navdewletî were avakirin.

Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Sebah Numan derbarê civîna ligel Sûdanî de daxuyanî da û ragihand, Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Mihemed Şiya Sûdanî serokatiya civîneke lezgîn kiriye ku wezîrên parastin, karên navxwe û serokên dezgehên ewlehiyê tê de amade bûn, da ku encamên êrîşa şeva borî ya li Qada Gazê Kormorê gotûbêj bikin.

Hate diyarkirin ku Sûdanî ferman daye ku bi serokatiya Wezîrê Karên Navxwe yê Iraqê "komîteyeke bilind a lêkolînê" were avakirin.

Li ser pêkhateya komîteyê jî hat gotin; Serokê Dezgeha Îstixbarata Niştimanî û Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê endamên komîteyê ne û herwiha lêkolîn dê bi piştgiriya hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî bi rê ve biçin.

Herwiha komîteyeke teknîkî ku ji aliyên pêwendîdar ên Fermandariya Operasyonên Hevbeş pêk tê, erkê lêkolîna hûr wergirtiye da ku kiryarên wê bûyerê û aliyên ku piştgirî dane wan eşkere bikin û li gorî yasayê werin cezakirin.

Sebah Numan herwiha, êrîşa şeva borî a li Kormorê wek "destdirêjiyeke tawanbarî" û hewldaneke ji bo têkdana aramiya welêt ji aliyê "aliyên terorîst ve" bi nav kir.