PeyamaKurd- Hejmara kesên di şewata doh a li wargeheke mezin a Hong Kongê de mirine, derket 65 kesan.
Doh piştî nîvro li wargeha Wang Fuk Court a devera Tai Po ya Hong Kongê şewateke mezin çêbû û li 7 avahiyên din jî belav bû ku ziyaneke mezin a canî û madî di encamê de derkete holê.
Li gorî daxuyaniya saziya şaristaniyê ya agirkujiyê, di vê karesatê de 65 kes mirin ku 1 ji wan agirkûjek bû û 70 kes jî birîndar bûne.
Serokê Hong Kongê John Lee di civîna çapemeniyê de got, agirê li 7 avahiyan hatiye kontrolkirin. John Lee ragihand ku dê ji bo niştecihên bêmal mane, nêzîkî 1,800 xanî bêne peydakirin û ji her malbatê re 10,000 Dolarê Hong Kongê alîkariya diravî bê kirin.