Bexda: Êrîsa Kormorê teror e, lêpirsîn hat destpêkirin

Dîroka Weşanê :
Bexda: Êrîsa Kormorê teror e, lêpirsîn hat destpêkirin

PeyamaKurd – Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê û Tora Medyaya Ewlehiyê, êrîşa li ser zeviya gazê ya Kormorê wekî "kiryareke terorîstî" û "bi tevahî nayê qebûlkirin" pênase kirin.

"Gefek e li ser berjewendiyên Iraqê"

Serokê Tora Medyayê ya Ewlehiyê Lîtnant General Saad Maan ragihand ku hêzên ewlehiyê dest bi lêkolînek berfireh kirine. Maan diyar kir ku ev êrîş gefeke rasterast e li ser berjewendiyên Iraqê û armanca wê têkbirina ewlehî û aramiya aborî ye.

Fermandariya Operasyonên Hevbeş jî di daxuyaniya xwe de tekez kir ku êrîşkar dê cezayê adil bistînin û got:

Ev kiryara tirsonek dê zirarê bide çavkaniyên enerjiyê û sîstema elektrîkê ya Hewlêr û Silêmaniyê."