Nêçîrvan Barzanî: Êrîsa Kormorê teror e, divê Bexda tawanbaran ceza bike

Dîroka Weşanê :
Nêçîrvan Barzanî: Êrîsa Kormorê teror e, divê Bexda tawanbaran ceza bike

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, êrîşa bi droneyan a li ser zeviya gazê ya Kormorê wekî "kiryareke terorîstî" bi nav kir û ragihand ku ev êrîş rasterast ewlehî û binesaziya aborî ya Iraq û Herêma Kurdistanê dike armanc.

Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek da û bang li Hikûmeta Federal a Iraqê kir ku berpirsyariya xwe bi cih bîne. Wî got: 

"Erkê Bexdayê ye ku tawanbaran bibîne û ceza bike da ku pêşî li dubarebûna van êrîşan were girtin."

Hilberîna elektrîkê kêm 

Duh, şeva Çarşemê li navçeya Çemçemalê êrîşek li ser tesîsên Kormorê pêk hatibû. Di encamê de hilberîna gazê hate rawestandin. Vê yekê bandoreke giran li ser elektrîkê kir; hilberîn ji 4,000 megawatî daket 1,000 megawatî û dayîna elektrîkê ya ji bo welatiyan heta 5 demjimêran kêm bû.