PeyamaKurd – Li gundewarê Dêra Zorê, şeva borî di sê êrîşên cuda yên kesên nenas de endamekî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) birîndar bû û zirarên maddî gihîştin çend baregehên leşkerî.
Li gorî çavkaniyên leşkerî, êrîşa yekem li bajarokê Dîbanê bi çekên giran û roketên RPG-7 li dijî baregeheke HSDyê pêk hat. Piştî êrîşê şerekî kurt qewimî, lê di vê rûdanê de tenê zirara maddî çêbû.
Êrîşa duyemîn li gundê Marratê bi bombeyên destan û çekên makîneyî li ser baregeheke din a HSDyê hat encamdan. Her wiha di bûyereke sêyem de li bajarokê Siwerê yê bakurê Dêra Zorê, şervanekî HSDyê yê ku ne li ser kar bû, rastî êrîşeke çekdarî hat û bi birîndarî hat veguhastin nexweşxaneyê.
Tevî ku heta niha tu aliyekî bi fermî berpirsiyariya van êrîşan negiriye ser xwe, HSDyê li herêmê tedbîrên ewlehiyê zêde kirine.