PeyamaKurd - Şîrketa enerjiyê ya Dana Gas a ku navenda wê li Emîrtiyên Yekbûyî yên Erebî ye ragihand ku piştî êrîşa bi roketan li ser zeviya gazê ya Kor Mor li Herêma Kurdistanê hilberîn hatiye rawestandin.
Şîrketê ji Platforma Aşkerekirina Giştî (KAP) ya li Borsaya Ebû Dabî (ADX) re agahdariyek pêşkêş kir.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Dana Gas ji bazaran re ragihand ku tankeke depoya şilekê li tesîsa wê ya Kor Mor li Herêma Kurdistana Iraqê bûye hedefa êrîşa bi roketan."
Hilberîn Rawestand!
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di encama êrîşê de tu kes birîndar nebûye û hilberîna gazê li tesîsê ji bo vemirandina agir û nirxandina rewşê hatiye rawestandin.
Şîrketê diyar kir ku ew bi rayedarên herêmî re hevahengiyê dike û wê di pêşerojê de nûvekirinên pêwîst ji bazarê re werin ragihandin.