Dana Gas: Hilberîna gazê li Kor Morê vegeriya rewsa xwe ya normal

Dîroka Weşanê :
 Dana Gas: Hilberîna gazê li Kor Morê vegeriya rewsa xwe ya normal

PeyamaKurd – Dana Gas, mezintirîn şîrketa gaza xwezayî ya Rojhilata Navîn, ragihand ku piştî êrîşa li ser qada gazê ya Kor Morê, hilberîn vegeriyaye rewşa xwe ya normal.

Di daxuyaniyekê de ku îro (Çarşem, 3ê Kanûna Pêşîn, 2025) hate weşandin, Dana Gas agahî li ser Kor Mor parve kir ku ji hêla dronekê ve hate hedefgirtin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hilberîna li zeviya Kor Mor li Herêma Kurdistanê piştî êrîşa dawî vegeriyaye rewşa xwe ya normal."

Di daxuyaniyê de hate gotin ku hilberîn piştî ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal tedbîrên ewlehiyê yên hişk bi cîh anîn, ji nû ve dest pê kir.

Di daxuyaniyê de hate tekezkirin ku Dana Gas û hevkarên wê pabendbûna xwe ya ji bo ewlehiya karmend û tesîsên xwe dubare kirin û piştgiriya xwe ya berdewam ji bo hilberîna elektrîkê û dabînkirina gaza petrolê ya şilekirî (LPG) ji bo gelê Herêma Kurdistanê û Iraqê tekez kirin.