2 tramvay li hev ketin: 35 kes birîndar bûn

Dîroka Weşanê :
2 tramvay li hev ketin: 35 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li Polonya li bajarê Krakowê di qeza tramvayê de 35 kes birîndar bûn û halê 2 kesan girane. Qeza bi sedema ku tramvayekî ji paşde li ya dinê xist çêbû. Bûyer ber destê êvarê çêbû.

Piştî qezayê gelek tîmên pêwendîdar û ambûlans çûn ciyê bûyerê. Tedawiya 24 birîndaran li ciyê qezayê kirin û 10 kesan şandin nexweşxanan.

Lêkolînên li ser bûyerê li ciyê qezayê dewam dike.