PeyamaKurd – Namzedê serokomariyê yê CHP û Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû pirsî, "Çima Selahattîn Demîrtaş hîn nehatiye berdan?"
Ekrem Îmamoglû pirsî, "Çima Selahattîn Demîrtaş hîn nehatiye berdan?"
Piştî ku hesabên wî yên li ser platforma medyaya civakî X hatin girtin, Îmamoglû hesabê Ofîsa Namzedê Serokatiyê bi navê @CAOIletisim ji nû ve vekir û ev daxuyanî da:
"Çima Birêz Selahattîn Demîrtaş hîn nehatiye berdan? Çima Birêz Selçuk Mızraklı, ku berdana wî ya şertî temam bûye, hîn nehatiye berdan?
Ev asta dilsoziya we ya li hember demokrasiyê ye. Ez tiştê ku min îro sibê gotî dubare dikim: "Çawa ku kursiyek elektrîkê kursiyek e, demokrasiya we jî bi qasî demokrasiyê ye..."