PeyamaKurd – Deriyê Sînor ê Zêtê, yê ku Herêma Kurdistanê bi Bakurê Kurdistanê ve girêdide, ji ber pirsgirêkek teknîkî ya li aliyê Bakurê Kurdistanê bi awayekî demkî hate girtin. Rêveberiya Deriyê Sînor ê Zêtê îro daxuyaniyek da û welatî agahdar kir ku derî niha girtî ye û dema vebûnê ne diyar e.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku pirsgirêka teknîkî di sîstema derî de li aliyê Bakurê Kurdistanê çêbûye, û li aliyê Herêma Kurdistanê tu pirsgirêk nîne. Xebat ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê berdewam dikin.
Rêveberiyê ragihand ku dema pirsgirêk were çareserkirin, ew ê tavilê welatiyan agahdar bike û derî ji nû ve veke.
Deriyê Sînor ê Zêtê li navçeya Şêrwana Mezin a Rêveberiya Serbixwe ya Soranê ye û bi Deriyê Sînor ê li gundê Giranê yê li navçeya Rûbarokê ya Colemêrgê bi hev girêdide.