PeyamaKurd – Hêzên asayîşa Îranê li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Banê Hêmin Xurşîdî (29) xistin binçav û ew birin ciyekî nediyar.
Li gor ragihandina Hengawê; Xurşîdî di 17ê mehê de xistine binçav. Xurşîdî nezewiciye û li bajêr dixebitî.
Binçavkirina Xurşîdî di kafe ya ku dixebitî de rûdaye. Kes nizane bê çima ew xistine binçav û ew birine ku derê.