PeyamaKurd – CHP di bin serokatiya serokê CHPê Özgür Özel de li ser seredana Îmraliyê civîn kir. Di civînê de tenê fikrên endaman hat sitendin û wê biryara dawiyê di MYK (Merkeza Biryar û Rêvebiriyê) de bê dayîn.
Di civînê de parlementerên CHPê yên ku endamên komisyona pêvajoya aştiyê ne jî hebûn. Di civînê de biryara teqez derneket lê wê biryar di civîna MYKyê de bê dayîn.
Serokê MHP Devlet Bahçeli di mijara çûna komîsyonê ya Îmraliyê de bi erênî difkire û dibêje bila komîsyon here.