Li Mêrdînê di ereba wergeriya de 7 kes birîndar bûn

Dîroka Weşanê :
Li Mêrdînê di ereba wergeriya de 7 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li navça Omerliyê ereba ji kontrola ajotvan derket wergeriya û 7 kesên di otomobîlê de bûn birîndar bûn.

Di ereba wergeriya de kesên birîndar bûn; Hüseyin G. (21), İshak B. (21), Barış K. (21), Yusuf Ç. (22), Ramazan Ç. (21), Ulaş K. (20) û Enes K. (20) ne.

Di bûyerê de kesên birîndar bûn, tîmên tenduristiyê bi ambûlansan ew birin nexweşxana dewletê ya navça Ömerliyê û nexweşxana Lêkolîn û perwerdê ya bajarê Mêrdînê. Hat ragihandin ku rewşa birîndaran başe.