PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê li ber Gola Hz. Îbrahîm bi çek êrîşê dukkanê kirin û xwediyê dukkanê giran birîndar kirin.
Êrîş ber destê êvarê qewimî û li dora Gola Masiyan ya Rihayê ku ciyekî geştiyariyê ye çêbû. Yên êrîş kirine kesekiye an zêdetirin nehat zanîn lê xwediyê dukkanê yê bi navê Eyüp D. gule li stuyê wî ketiye.
Polîsên navenda navça Eyyubiye bo ew kesî an kesên êrîşker bigrin ketin pey wî an pey wan.
Birîndar ji aliyê tîmên tendurstiyê de hat birin nexweşxana lêkolîn û perwerdê ya Mehmet Akif İnan. Rewş birîndar xedar e.