PeyamaKurd- Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku Tîma Operasyonên Leşkerî (TOL), bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî, operasyoneke serketî li gundewarên Dêrazorê pêk anî û di encamê de berpirsekî DAIŞê yê bi navê Ebû Zubêr/Semak û 2 endamên şaneya wî hatin girtin.
Di daxuyaniya HSDê de hate gotin: "Ev operasyon piştî şopandina bi baldarî ya tevgerên komê pêk hat, ku derket holê ev kom yek ji torên herî xeternak ên DAIŞ`ê ye û berpirsiyarê piraniya êrişên terorîst yên di hemên de li dijî hêzên me hatine pêkanîn."
Hate diyarkirin: "Delîlên ku ji terorîst û şaneya wî hatine desteserkirin, di nav de telefon û vîdyo, nîşan dan ku ew rasterast tev li plansazkirin, pêkanîna û çavdêriya êrîşan bûne.”
Herwiha hate eşkerekirin ku berpirsê DAIŞê yê hatiye girtin, operasyonên qaçaxçîtiyê û pêwendiyên di navbera şaneyên DAIŞê yên li herêmê û li kampa Holê de bi rê ve dibirin. Hate gotin ku wî zarokên malbatên DAIŞê (Eşbal El Xilafa) bi rêxistin û perwerde dikirin.
HSDê diyar kir: "Daneyan nîşan da ku şaneyê piştgiriya derve wergirtiye, ku armanc ew bû şaneyên rêxistinê ji nû ve çalak bike, ewlehiyê têk bibe û êrîşan dijwartir bike.”
HSDê da xuyakirin, vê operasyonê "derbeyek giran li binesaziya DAIŞê ya li Dêrazorê xistiye".