Ji Barrack daxuyaniya hevdîtina ligel Mezlûm Ebdî: Amerîka piştgiriya entegrasyona Şamê dike

Dîroka Weşanê :
Ji Barrack daxuyaniya hevdîtina ligel Mezlûm Ebdî: Amerîka piştgiriya entegrasyona Şamê dike

PeyamaKurd- Nûnerê Amerîka yê Sûriyê Tom Barrack, îro 22yê Çileyê piştî hevdîtina li Hewlêrê ya ligel Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Berpirsa Daîreya Pêwendiyên Derve Îlham Ehmed a Rêveberiya Xweser daxuyaniyek belav kir.

Barrack li ser hesabê xwe yê Xê got ku hevdîtina bi General Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed re ji bo wî şanaziyek mezin bû û destnîşan kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê piştgiriyeke xurt dide proseya entegrasyonê ya ku di peymana 18ê Kanûnê de di navbera HSD û hikûmeta Sûriyeyê de hatiye diyarkirin.

Barrack da xuyakirin, hemû alî li ser girîngiya parastina agirbesta heyî li hev kirine û bal kişand ser wê yekê ku gava yekem a herî girîng pêkanîna agirbestê ye û di vê çarçoveyê de dê pêngavên avakirina baweriyê di navbera aliyan de werin avêtin.

Dawiyê jî Barack got, ev hewildan ji bo peydakirina îstîkrar û aramiya mayinde li herêmê têne meşandin.