PeyamaKurd- Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê li ser namzedkirina Nûrî Malikî bo posta serokwezîrtiya Iraqê peyamek belav kir û ragihand, ew pêşwaziyê li namzedkirina Nûrî Malikî ji bo posta serokwezîrtiyê dikin.
PDKê diyar kir: ‘’Em hêvîdarin serkeftî be di pêkanîna hikûmeteke ku bibe bersiv ji daxwazên xelkê û pêkhateyên Iraqê re.’’
Fraksiyona PDKê ya li Parlamentoya Iraqê pêşwazî li namzedkirina serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî kir ku ji hêla Çarçoveya Hemahengiyê ve ji bo posta serokwezîrtiyê hatiye namzedkirin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Hêvîdarin bibe bersiv ji daxwazên xelkê û pêkhateyên Iraqê, ji bo derbasbûna li astengiyan û bi bingehbûna Iraqê û bibe bersiv ji daxwazên şeqama Iraqê, ji bo xizmetguzariyên baştir û nehiştina gendeliyê rêkxistina dahat û xerciyan.”