Ji trafîka Silêmaniyê hisyarî: Barana zêde heye, dernekevin trafîkê

Dîroka Weşanê :
Ji trafîka Silêmaniyê hisyarî: Barana zêde heye, dernekevin trafîkê

PeyamaKurd- Rêveberiya Trafîkê ya Silêmaniyê hişyarî da ajokaran ku, li ser rêya Baziyan - Silêmaniyê hatinûçûnê nekin ji ber ku barana zêde gelek astengî çêkirine, herwesa zalgeha Tasloceyê jî hatiye daxistin.

Rêveberiya Trafîkê ya Silêmaniyê îro 9ê Kanûnê hişyarîyek belav kir û tê de ragihand: “Li nêzî xwaringeha Kanî Şeytanê barana zêde li ser rêya sereke ya Baziyanê ber bi Silêmaniyê ve û berevajî jî gelek astengî çêkirine, ji ber vê yekê em ji ajokaran dixwazin ku ji bo parastina silametiya xwe û otomobîlên xwe wê rêya sereke bi kar neyînin, heta ku rewşa seqayê normal bibe.”

Rêveberiya Trafîkê ya Silêmaniyê da zanîn, yekîneyên trafîkê li wê deverê li ser erkê xwe ne û li gorî taybetmendiyan erkên xwe bi cih tînin û alîkariya ajokaran dikin.

Her di vê çarçoveyê de û li ser fermana Parêzgarê Silêmaniyê, zalgeha Tasloceyê bi rengekê demkî hat daxistin. Rêveberiya Trafîkê ya Silêmaniyê amaje jî da ku, rewş di bin çavdêriyê de ye û bi normalbûna rewşa seqayê re, rewşa hatinûçûnê jî dê normal bibe.

Rêveberiya Trafîkê ya Silêmaniyê herwesa ragihand ku, welatî dikarin di her rewşeka nexwestî de bi rêya Hejmara Kontrola Trafîkê ya Silêmaniyê alîkariyê bixwazin.