Leskerê Iraqê yê sivikatî li Ala Kurdistanê kir hate girtin

Dîroka Weşanê :
Leskerê Iraqê yê sivikatî li Ala Kurdistanê kir hate girtin

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku îro 11ê Mijdarê dema birêveçûna proseya dengdana hilbijartinên Parlamentoya Iraqê, li navçeya Xurmatû ya parêzgeha Selahedînê, leşkerekî Iraqê bi kêrê Alaya Kurdistanê parçe kir û ev bû sedema bertekan.

Hate diyarkirin ku ew leşkerê bêrêzî û sivikatî li Ala Kurdistanê kiriye hatiye desteserkirin.

Serokê Tora Medyayî ya Ewlehiyê ya Iraqê Seid Mean derbarê bûyerê de daxuyaniyek da û got, “Em Ala Herêma Kurdistanê wekî alaya xwe dibînin û em teqez rê nadin kiryarên bi vî rengî.” Li Îraq û

Hêjayî bibîrxistinê ye, îro 11ê Mijdarê dema dengdanê li Xurmatûyê dema zarokekî ku Alaya Kurdistanê bi bisîklêta xwe ve kiribû û li derdora navenda dengdanê digeriya, ji aliyê leşkerên Iraqê ve hate rawestandin. Yek ji leşkeran Alaya Kurdistanê ya bi bisîklêtê ve bû bi kêrê parçe kir.