PeyamaKurd – Rêveberiya Germiyanê ragihand ku ji ber pêla barana dijwar a ku tê pêşbînîkirin dê bandorê li herêmê bike, sibe roja Çarşemê li tevahiya sînorê rêveberiyê betlaneya fermî ye.
Li gorî daxuyaniyê, ev biryar li ser esasê hişyariyên Rêveberiya Giştî ya Meteorolojî û Erdhejê ya Herêmê û ji bo parastina selametiya welatiyan hatiye girtin. Betlane hemû saziyên hikûmetê û navendên perwerdeyê (dibistan û zanîngeh) li xwe digire.
Lêbelê, Rêveberiyê diyar kir ku saziyên xizmetguzariyê û hêzên ewlehiyê ji bo bersivdayîna her rewşeke awarte, dê li ser karê xwe berdewam bin.