PeyamaKurd – Li parêzgeha Meysanê ya başûrê Iraqê, şerek di navbera du eşîran de li ser zeviyeke çandiniyê ya nakokbar derket, di encamê de 6 kes mirin û 7 kes jî birîndar bûn. Çavkaniyên ewlehiyê îro, roja Şemiyê ragihandin ku ev şer li herêmeke sînorî ya gundewarî li bakurê Meysanê rû daye.
Li gorî çavkaniyên bijîşkî, ev hejmar destpêkî ne û metirsî heye ku ji ber birînên giran ên hinek ji birîndaran hejmara miriyan zêde bibe. Heta niha Hikûmeta Iraqê derbarê vê bûyerê de ti daxuyanî nedaye.
Ev bûyer cardin kêşeya belavbûna çekan di nav komên eşîrî yên Iraqî de derxistiye pêş. Tê texmînkirin ku bi mîlyonan çekên sivik û navîn li derveyî kontrola dewletê ne, bi taybetî li parêzgehên başûrî yên wekî Meysan, Besra û Zîqarê.
Pisporên ewlehiyê diyar dikin ku çanda xweparastina çekdarî ya tavilê, li gel qelsiya bicihanîna qanûnên çekan û dijminatiyên kevnar ên li ser erd, çavkanî û bandora siyasî, dibe sedem ku nakokiyên piçûk jî bi hêsanî veguherin şerên kujer.