Li Pasûra Diyarbekirê îskeleya pirê hilwesiya: 4 mirî, 2 birîndar

Dîroka Weşanê :
Li Pasûra Diyarbekirê îskeleya pirê hilwesiya: 4 mirî, 2 birîndar

PeyamaKurd- Li bajarê Diyarbekir navçeya Pasûrê îskeleya pira ku li ser rêya Pasûr û Mûşê dihat çêkirin hilweşiya.
Hate ragihandin ku 3 karkeran can daye û 2 jî giranî birîndar bûne.
Pira navbera Pasûr û Mûşê ji aliyê ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Rêbejahiyê û Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) ve tê çêkirin.
Hat ezanîn ku 2 karkeran li cihê bûyerê can daye û karkerekî din jî dema rakirine nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye. Herdu karkerên birîndar jî li nexweşxaneyê têne dermankirin.