PeyamaKurd- Rêveberiya Berevaniya Şaristanî ya Hewlêrê da xuyakirin ku îro 12ê Kanûnê ji ber wergerandin û agir girtina otomobîlekê di nav tunêla Pîrmamê de, 2 ciwanan ku birayên hev bûn, jiyana xwe ji dest dan.
Berevaniya Şaristanî ya Hewlêrê hûrgiliyên bûyerê eşkere kir û ragihand: “Bi sedema leza zêde di nav tunela Pîrmamê de wesayîtek wergeriyaye û di encamêde 2 kesan tê de jiyana xwe ji dest da ku yek ji wan ajokare û yê din jî birayê wî bûye.”
Di derbarê sedema agir pê ketina otomobîlê de, Berevaniya Şaristanî diyar kir ku sîstema wê wesayîtê li şûna benzînê gaz bû û ji ber wê jî li gel wergeranê de yekser agir girtiye û bi tevahî şewitiye.”
Berdevkê Parastina Sivîl a Hewlêrê Şaxawan Seîd got ku cenaze ji wesayîtê hatine derxistin û ji bo lêkolînê hatine şandin.
Hate zanîn ku navê kesên di otomobîlê de can dane, Sehand Şakir Resûl û Suheyb Şakir Resûl e.